26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kosret Resûl.. Salvegera damezrandina PDKê li Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta derbasbûna 68emîn sal bi ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê), cîgirê serokê Herêma Kurdidtanê Kosret Resûl Elî, pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike. Ev jî deqa wê ye:

Birêz cenabê kak Mesûd Barzanî

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)

Birêzan endamên polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Bi helkefta derbasbûna 68emîn sal bi ser damezrandina partiya we ya têkoşer, Partiya Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiya xwe arastî we û tevahiya endam û alîgirên PDKê dikim.

Hêvîdarim ev yade, cane birayetî û tevayî û yekrêziyê di navbera tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanê bihêztir bike û ruhê berengarî û berxwedaniyê di navbera Pêşmergeyên qehreman bi hêztir bike, bo rawestan li dijî wan êrîşên terorîstan.

Dubare pîroz be yada damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar