Civata Asayişa Navdewletî.. DAIŞ û Nûsre şermezar kirin

Ajans-KDP.info- Civata Asayişa Navdewletî birayrek bi komdengiya endamên xwe pejirand ku tê de çalakiyên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) herwiha Eniya Nûsre li her du welatên Sûriyê û Iraqê, şermezar kirin.
Her 15 endamên Civata Asayişa Navdewletî karîn di civîna duh, 15ê tebaxê, de proje biryarek bi komdengî pesend bikin ku tê de, dayîna alîkariya darayî bo DAIŞ û Eniya Nûsre qedexe kir û 6 kes jî ji nava DAIŞ û Nûsre xistin nav lîsteya reş.
Ajansa Associated Press belav kiriye ku, ew her 6 kesên ku Civata Asayişa Navdewletî navê wan xistiye nav lîsteya reş de, ew kesin ku rola wan ya girîng di bihêzkirina DAIŞ û Nûsre de li Iraq û Sûriyê heye, lê piraniya wan navan nehatin aşkere kirin.
Herwiha di biryara civatê de hatiye ku, her kes yan welat yan grûp alîkariya DAIŞ û Eniya Nûsre bike yan têkiliyan wan bi wan re heye û yan jî bazirganiyê bi wan re dikin, dê ceza bi ser wan de bên sepandin û daxwaz kir jî ku her du rêxistin bên hilweşandin.
Yek ji wan kesên ku Civata Asayişa Navdewletî navê wan xistiye nav lîsteya terorê de, Ebû Mihemed Ednanî ye, ku wek berdevkê DAIŞê tê naskirin, ew jî xelkê Iraqê ye û yek ji kesên herî nêzîk ji Ebû Bekir Bexdadî ye, xelîfeya DAIŞê. Herwiha Seîd Arif, ku esferekî Cezayirî ye di nava Eniya Nûsre de, yek ji wan kesan e ku navê wî di lîsteya reş de ye.




