25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Karnavala Serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, ragihand ku dê roja 23ê tebaxê Kernavala Serxwebûn Kurdistanê birêve bibin.

 

Bi mebesta gihandina daxwaza gelê Kurd bo ragehandina serxwebûna Kurdistanê û daxwaza avakirina dewleta kurdî, komîteya amade kar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê bang li hevbîrên serxwebûnê dike ku di 23ê tebaxê de beşdarî karnavalê bibin.

 

Komîteya Karnavala Serxwebûna Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku “Biryare di 23.08.2014, Karnavala Serxwebûna Kurdistanê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û li çend welatên Ewropa were encamdan, bo gihandina daxwaza gelê Kurd bo hebûna dewleta serbixwe ya Kurdistnê.”

 

Herwiha daxwaz ji hevbîrên serxwebûnê kir ku “Hevkarê me bin bo araste kirina peyama serxwebûna we bo Neteweyên Yekbûyî.”

 

Komîteyê diyar kir ku; “Bi amadebûna zêdetir a çînên Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî, dê karneval serkeftî bibe û daxwaza me bihêztir bibe, hevdem ligel Kurdistnê dê li çend wekatekî ewropî jî kerneval birêve biçe.”

 

Roja 23ê tebaxê, demjimêr 5ê êvarî, bi dema Hewlêrê, dê meşek li pêş baregeha Neteweyên Yebkbûyî li bajarê Hewlêrê, bi daxwaza serxwebûna Kurdistanê, birêve biçe.

 

Nûçeyên têkildar