26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtbûroya PDKê: Komkûjiya gundê Koço jênosayd e û divê rê li pêşiya wê bê girtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê bûyera qirêj ya gundê Koço de, ji bilî ku bi tundî ew tawana nemirovane ya DAIŞê li hember birayên Kurdên Êzdî bi jînosayid da zanîn, hevdem daxwaz ji welatên cîhanê û Neteweyên Hevgirtî û Civata Asayiş û saziyên mafên mirovan dike, ku lezê bikin di rê girtina li pêşiya wê tawanê û bi yek dengî bi hewara wan navçeyan ve biçin.

 

Di daxuyaniya Polîtbûroya PDKê de hatiye: “Karesatekî mirovî derheqê Kurdên êzadî hatiye encamdan, bi taybetî jî piştî ew êrîşa qirêj bo ser komelgeha Koço ku bi sedan kes qetilam kirin û ewên din ji jina û zarokan girtin û birin cihekî nediyar, terorîstan bi wê kiriyara qirêj û nemirovane, bi zelalî aliyê pêkvejiyan û lêborîn û aramiya Kurdistanê kirin armanc.”

 

Herwiha di dxuyaniyê de hatiye: “Di demekê de ku em bi tundî wan karên nemirovane yên DAIŞê şermezar dikin û wan reftarên li hember bi birayên Kurdên Êzdî bi jîmosayid dizanin, ku karesatekî mezine û wek wê çênebûye, û pêwîst dike welatên mezin yên cîhanê û Neteweyên Hevgirtî û Civata Asayiş û saziyên mafên mirovan dike, ku lezê bikin di rê girtina li pêşiya wê tawanê û bi yek dengî bi hewara wan navçeyan ve biçin.”

 

Polîtbûroya PDKê dibêje: “Em bi hemû hêz û kaîna xwe, her wek hertim, dê karbikin çi li ser asta navxwe yan derve, ji bo bi hewarçûna xwişk û birayên Êzdî û biştevanî û rizgarkirina bajar û gundan û vegerandina wan bo gundên wan yên resen, û ji aliyekî dî ve parastina tevahiya Kurdistanê ku mînaka pêşketin û dîmokrasiyet û pêkvejiyana neteweyî û olî.”

Nûçeyên têkildar