Hukûmeta Iraqê Fermana Daxistina Nûneratîya herêma Kurdistanê ya li Bexdadê Derkir

Nivîsîngeha nûneratîya herêma Kurdistanê li Bexdad a paytextê Iraqê Ragihand, ku encûmena wezîran a Iraqê bi nivîsekê ferman daye wan ku nivîsîngeha herêma Kurdistanê ya li Bexdadê dabixin.
Li gor nûçeyeka malpera Şefe News, rêvebirê nivîsîngeha nûneratîya herêma Kurdistanê li Bexdadê Selah Delo ragihand, ku ´´nivîsek ji sekretarîyeta giştîya encûmena wezîrên Iraqê gihîjtiye destê wan ku tê de daxwaza daxistina nivîsîngeha nûneratîya herêma Kurdistanê li Bexdadê dike.´´
Selah Delo herwisa ragihand, ku ´´di nivîsê de hûrkarîyên zêde nehatine baskirin û ti hokarek bo daxistina nûneratîya Kuridstanê jî nehatiye xuyakirin.´´
Delo weha jî da xuyakirin, ku ´´berpirsê nûneratîya herêma Kurdistanê li Bexdadê Muhemd Ihsan bo gengeşekirina evê biryarê, serdana Hewlêrê kiriye da ku bi serkirdatîya Kurdistanê re di evê bareyê de kom bibe.´´
Di sala 2006 de nivîsîngeha nûneratîya hukûmeta herêma Kurdistanê li Bexdadê bi hemahengîya her du alîyan hate vekirin.




