PKK: Serok Barzanî Pêngaveke Gelek Girîng Avêt

Endamê Desteya Serokatiya Koma civakên Kurdistanê KCK Bahoz Erdal di hevpeyvînekî de bi Rojnameya Elsefîr ya Libnanê re behsa peymannameya Hewlêrê ya di navbera her du civata Gelê Rojawayê Kurdistanê û civata nîştimaniya Kurd ya li Sûriyayê kiriye û ragihandiye ku, ev peymana han destkefteke gelek girînge bo yekrêziya Gelê Kurd.
Bahuz Erdal herwiha eşkere kiriye ku, ev pêngava han bi ked û xebata birêz Serok Mesûd Barzanî hatiye bidestxistin û destkeft û pêşketineke girîng û Dîrokiye bo Gelê Kurd bi giştî û dibe sedema vekirina gelek deriyan bo xebateke hevbeş ya Gelê Kurd.Erdel eşkere kiriye ku, ev peymana han bûye sedem daku, Gelê Kurd roleke pêşeng di Şoreşa Sûriyayê de bilîze û em weke PKK bi her awayî piştgîriya xebat û têkoşîna hevbeş ya aliyên siyasî yên Kurdî dikin.
Hêjayê gotiniye ku, di roja 11a temûzê de bi Serokatiya Serok Barzanî civata Gelê Rojawayê Kurdistanê û civata niştimaniya Kurd ya li Sûriyayê peymanek bi nave peymana Hewlêrê bo kar û xebateke hevbeş hate îzmekirin.




