26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Eger Berîtanya şerê DAIŞê neke wê terorîst biçin li Berîtanyayê jî şer bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info- Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel Rojnameya The Tames civaka cîhanî ji rê negirtin ji bihêz bûna DIŞIê agehdar kiriye ku gotiye: “Eger rê ji bihêz bûna DAIŞê neyê girtin wê metirsiya terorê li ser cîhanê zêdetir bibe.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya hevpeyvîna han de behsa wan metirsiyan kiriye ku jiber wegere wan terorîstên biyanî bo welatên xwe çê dikin û dibêje sernekeftin di pêşî girtin ji bihêz bûna wan terorîstan bi wateya wegera wan terorîstan bo welatên xwe ye û ew yek jî bi wateya serhildana teror û alozî li wan welataye.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya hevpeyvîna han de eşkere kiriye ku ew terorîstên Berîtanî û biyanî vê li welatên xwe de teror belav bikin û armanca wan ji wegera welatê xwe belav kirina terorê ye, eger Berîtanya şerê DAIŞê neke wê terorîst biçin li Berîtanyayê jî şer bikin.

Barzanî behsa zaniyariyên xwe derbarê hebûna terorîstên biyanî di nava DIŞIê de kiriye û gotiye: “Li gor zaniyariyên ku di destê me dene hijmareke gelek zêdet terorîstên biyanî di nava DAIŞê dene û DAIŞê balê tevahiya cîhadgerên seraserê cîhanê bo ser xwe kêşandiye, bo nimûne ew terorîstên ku hefteya derbasbûyî li Bakûrê bendava Mûsilê de êrîşî hêzên pêşmerge kirin û xwe teqandin welatiyên Almanî û Lîbiyayî û terorîsteke din bûn ku nasnameya vî nehatiye zanîn.”

Herwiha Rojnameyên Berîtanî behsa vê yekê dikin ku zêdetir ji 500 welatiyên Berîtanî serdana Sûriyayê kirine ku cîranê Îraqê de daku beşdariya şerê dijî rejîma Beşar Esed bikin û beşeke zêde ji wan kesan çûne rêzên DAIŞê ve ku beşeke mezin ji axa Sûriyayê di destê wê deye û di çend mehên derbasbûyî de hatine Îraqê û çend devereke wê welatî jî dagîr kirine.

Nûçeyên têkildar