Mesrûr Barzanî bo Hard talk: Tişta ku em dixwazin çekên bi bandor û pêşkeftî ye

Hewlêr-KDP.info-Şewirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de ligel bernameya Hard talk ya kanala BBC behsa çendîn pirsên gerim yên rojeva siyasî ya Kurdistan, Îraq û deverê kiriye, û radighîne ku tişta ku Kurdistan dixwaze çekên bi bandor û pêşkeftî ne.
Mesrûr Barzanî dibêje, Em netenê bo Îraqê belku bo tevahiya cîhanê vê şerê dikin jiber ku DAIŞê tevgereke terorîstiye ku ti sînorek nas nake û baweriya xwe bi ti mafekî mirov tuneye û rêz û hurmet li ti pêkhateyeke olî anjî etnîkî nagire, niha li Kurdistanê de zêdetir ji 1 miliyon û 200 hezar Penaber hene, zêdetir ji 250 hezar Penaberên Sûrî hene, zêdetir ji hezar Penaberên Mesîhî hene ku ji deverên din yên Îraqê hatine Kurdistanê û bi dehan Penaberên din yên Ereb ên sune û şîi hene ku hatine Kurdistanê tevahiya ew xelkê han hatiye Kurdistanê daku di nava aramî û azadî de bijî, erkê me parastina tevahiya ew xelkê hane û herwiha parastina tevahiya Kurdistanê ye û beşdar bin di dabîn kirina rewşeke aram bo tevahiya Îraqê, weke min got ew şerê han şerêke ku em di şûna tevahiya deverê û cîhanê dikin. Ev jî naveroka ev hevpeyvîna hane
Pirs- Gelo Kurd dikare Îraq rizgar bike? Pêdiviya we bi çiqas hevkarî heye li dijî terorîstan? Gelo çiqasî cêyê ecêbmayînê ye ku DIŞIê bi lez ewqas pêş ket?
Mesrûr Barzanî: Di rastî de bihêz bûn û pêşkeftina DIŞIê ya bilez di destpêkên xweşê re yên li Sûriyayê de û pişt re jî mezin bûna DAIŞê cêyê ecîbmayînê ye niha ez dikarim ji te re bijêm ku em niha bi dewleteke terorîstî re rûbirûne ne tevgereke terorîstî, niha hijmara DAIŞê zêdetir e û navçeyeke zêdetir jî di destê wan deye û çekên zêdetir û pêşkeftîtir di destê wan deye sernekeftina artêşa Sûriya û Îraqê desthilat û hêzeke zêdetirî vê yekê daye wan ku em pê re rûbirûne.
Pirs: weke we behs kir artêşa Îraq û Sûriyayê sernekeftin lê rastiya babetê ewe ku Peyamnêrê BBC li deverê dibêje xelkê Mexmûrê ji vê yekê ditirse ku terorîstên DIŞIê careke din wegerin deverê jiber ku hêzên pêşmerge nikarîne li hember DIŞIê xwe bigirin?
Mesrûr Barzanî: Weke min got ew berê bi tenê tevgerek bûn lê piştî birina ew hemû çek û cebelxaneyên artêşa Îraq û Sûriyayê bûn weke tevgereke bihêztir, niha di warê çekên giran de DAIŞê ji pêşmerge zêdetir xwedan çeke, jiber ew çekên ku di destê wan dene di hin eniyên şer de karîne hinek pêşkevin, karîn çend bajar û bajarok dagîr bikin li deverên dûr ên Kurdistanê, weke Şengal û piştî gehêştina wan bo Şengalê li çend deverên din ve jî êrîşî Kurdistanê kirin û Mexmûr û Giwêr jî dagîr kirin lê hêzên pêşmerge karî wan di cêyê xwe de rawestîne û ber bi paş ve wan wegerîne û hijmarek ji wan bajar û bajarokan rizgar bike, niha em di şereke berdewam dene û di nava çend mihwran de şer didome, em niha xwedan 1050 km sînorên hevbeşin li gel DAIŞê de, ew çekên ku ji artêşa Îraqê bidest xistine tevahiya wan anîne ser sînorên Kurdistanê û bi wan çekan êrîşî hêzên pêşmerge dikin, kêşe ew ku pêşmerge ne xwedan wan çekaye daku şerê wan bike.
Pirs: Weke hun jî dizanin niha beşek ji sê beşê axê Îraqê di destê terorîstan deye û hun jî weke Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ne xwedan zaniyariyên pêwîst bûn û weke we behs kir ew yek cêyê ecêbmayîna we bû, gelo nedibû zaniyarên pêwîst li ser hêz û karînên terorîstan di destê we de bin?
Mesrûr Barzanî: Em agehdarî niyet û planên DAIŞ bûn û zaniyariyên baş jî di destê me de hebûn, lê dema ku hatibûn Başûrê Mûsilê, her vê demê me hikûmeta Îraqê agehdar kir ku DAIŞê dixwaze bikeve nava Mûsilê, lê mixabin Bexda ti bersifeke me neda û heta dema ku DAIŞê Mûsil dagîr nekir daxwaza hevkariyê ji me nekirin, dema DAIŞê Mûsil dagîr kir tişta ku bo me cêyê ecêbmayînê bû ew bû ku 5 firqeyên yên artêşa Îraqê cêyên xwe û çekên xwe bo terorîstan bicêh hêştin.
Pirs: Lê bi tenê îstîxbarata Îraqê serkeftî nebû belku Obama jî di roja 9ê vê mehê de behsa vê yekê kir ku pêşkeftina DAIŞê di çend mehên derbasbûyî de zêdetir ji vê yekê ye ku dezgehên îstîxbarat texîmana wê kiribûn û di vê warî de jî îstîxbarata Amerîkayê jî serkeftî nebû?
Bersif: Ez nabêjim ew şikeste lê ez bawerim her kes hêza DAIŞê gelek bi kêmî texmîn dikirin, ew tişta ku karî pêgeh û karînên DAIŞê biguhere ew bû ku di nava 48 seatan de karîn dest deynin ser tevahiya dezgehên hikûmeta Îraqê yên li Mûsilê de, jiber ku ew yek hêzeke zêdetir da DAIŞê û ti kesek texmîna pêşkeftina bilez ya DAIŞê nedekir.
Pirs: Amerîka çekên giran dide we û Franse jî amade bûna xwe bo pêşkêş kirina hevkariyan diyar kiriye gelo ew yek bese û gelo Kurd dikare Îraqê rizgar bike?
Mesrûr Barzanî: Tevahiya wan tiştên ku heta niha ketine destê me nebesin, hine cebelxane û çekên biçûk gehêştine destê me lê ew çekên han ne xwedan bandorên û ev çekên ku me daxwaz kirine tê de nîne lewre em daxwaz dikin daku wenêrînek bo daxwazên me were kirin û çekên giran ji hêzên pêşmerge re werin şandin daku pêşmerge bikarêbe bi wan çekan şerê DAIŞê bike û teror ji nav bibe.
Pirs: Weke hun dizanên wezîrê parastinê yê Amerîkayê gotiye wê 130 leşkerên Amerîkayê weke şewirmend hevkariya aliyên Îraqî dikin, lê tekez li ser yekê kiriye ku zêdetir ji vê nikarên hevkarî bikin û manaya vê yekê ew ku ti hêzeke şer rê nakin, gelo hun wisa dihizrin ku bêyî hevkariya şerwanên bêyanî dikarin şerê terorê bikin?
Mesrûr Barzanî:Belê, heta dema êrîşên asmanî bidomin û berfiretir bibin û kempên girîng yên DIŞIê werin bordiman kirin û çekên baş jî ji me re werin şandin vê demê emê bi asanî dikarin şerê DAIŞê bikin û pêdiviya me bi ti hêzeke leşkerî ya ti welatekî nabe, weke min got ti pêdiviyeke me bi leşker nîne belku pêdiviya me bi pirçek kirina hêzên pêşmerge heye û em daxwaza çekên giran û domandina êrîşên asmanî dikin.
Pirs: Nêrîneke din heye ku dibêje eger Kurd were pirçekkirin vê demê ew yek li berejwendiya aliyekî li Îraqê ya li ser hesabê aliyeke din ve, dema ev pirs ji Efserê xanenişîn û endamê desteya Serokatiya erkanê artêşa Amerîkayê hat pirsîn got: Bêgoman Amerîka piştgîriya Kurd dike û ew yek jî eger bi hişiyarî lê nizîk nebin vê metirsîdar be egera vê yekê heye ku bibe sedema parçe kirina Îraqê, gelo ew dilgiraniya han raste?
Mesrûr Barzanî:Bila liwir xalek eşkere bikim, di rastî de pêşmerge beşeke jî mekanîzma parastina Îraqê lê ji her cure hevkariyeke leşkerî hatibûn bêpar hêştin, ji aliyeke din ve erkê parastina Kurdistanê li ser şanê hêzên pêşmergeye, lê dema behs dibe behsa pir çek kirina hêzên pêşmerge anjî pereyên pêşmerge vê demê hikûmeta Îraqê bi ti awayî hevkarî nake, mafê meyek ku pêşmerge pirçek bibe daku bikaribin parstina vê parçeya Kurdistanê bikin rastiyeke din heye ew jî ewe ku heta niha Kurdistan bo ti biryareke siyasî hêza leşkerî bikar neaniye û nexwestiye bi rêya hêzên leşkerî biryarên xwe yên siyasî bihêz bike.
Pirs: Gelo hun bo kê/kî, gelo bo parastina ew 6 miliyon û 500 hezar keseye ku liwir dijîn anjî bo parastina tevahiya Îraqê li hember terorîstan?
Mesrûr Barzanî:Em netenê bo Îraqê belku bo tevahiya cîhanê vê şerê dikin jiber ku DAIŞê tevgereke terorîstiye ku ti sînorek nas nake û baweriya xwe bi ti mafekî mirov tuneye û rêz û hurmet li ti pêkhateyeke olî anjî etnîkî nagire, niha li Kurdistanê de zêdetir ji 1 miliyon û 200 hezar Penaber hene, zêdetir ji 250 hezar Penaberên Sûrî hene, zêdetir ji hezar Penaberên Mesîhî hene ku ji deverên din yên Îraqê hatine Kurdistanê û bi dehan Penaberên din yên Ereb ên sune û şîi hene ku hatine Kurdistanê tevahiya ew xelkê han hatiye Kurdistanê daku di nava aramî û azadî de bijî, erkê me parastina tevahiya ew xelkê hane û herwiha parastina tevahiya Kurdistanê ye û beşdar bin di dabîn kirina rewşeke aram bo tevahiya Îraqê, weke min got ew şerê han şerêke ku em di şûna tevahiya deverê û cîhanê dikin.
Pirs: Gelo bo Îraqê ye?
Mesrûr Barzanî: Belê bo Îraqê ye.
Pirs: Kurd nerazîbûna xwe ya li hember Malikî naweşêre û bi eşkere behsa nerazîbûna xwe dike, civaka nav netewî jî Malikî bi sedema serekî ya nakokiyan wsif dike, niha Serokkomarê Îraqê Fuad Mesûm ku Kurde, kesekî nû bo postê Serokwezîriyê destnîşan kiriye gelo hun piştgîriya vî dikin gelo hun weke Kurd dikarin li gel vî kar bikin?
Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim ew yek guhertineke baş be bo Îraqê, ti kêşeyeke takekesî di navbera Hewlêr û Bexdayê de tuneye, kêşe di nava pergalê deye eger li wan tiştan binêrên ku di demên derbasbûyî de qewmîn vê demê hunê fêm bikin ku Serokwezîrê berê yê Îraqê destûr binpê dikir û zêdetir di warê berejwendiyên takekesî de nêzîkatî li gel xalên destûra bingehîn dikir.
Tevahiya wan tiştên ku bo Kurd girîng bûn weke cîhbicîh kirina madeya 140 ya li ser navçeyên Kurdistanî, pirsa pir çek kirina hêzên pêşmerge û şandina bûdceya Kurdistan û qanûna petrol û gaze, tevahiya wan xalên han bi hilwastî mane û ew xalên destûrî nehatin cîhbicîh kirin û ew yek jî bû sedema alozbûna peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê lewre di rastî de kêşeya me li gel ti kesekî tuneye belku li gel pergalê ye. Hêvî dikin pergaleke nû li Bexdayê were cîhbicîh kirin û baweriya xwe bi şeraket hebe û tevahiya pêkhateyên Îraqê piştgîriya pergala nû bikin, piştir bi awayekî sîstematîk sune hatibûn perawêz xistin, Kurd jî hatibûn perawêzixistin, lewre eger Serokwezîrê nû bi bernameyeke nû tevahiya pêkhateyan li dor xwe kom bike û hevbeşiya di desthilatê de qebûl bike û girêdayî bi destûr be vê demê di ware hemahengî û hevkarî kirinê de paşerojeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe.
Pirs: Gelo ew yek dibe sedema vê yekê Kurd li ser serbixweyî biîsrar nebe?
Mesrûr Barzanî:Mafê diyar kirina çarenivîsê bo gelê Kurd weke her neteweyeke din mafeke revaye û xwedê bi gelê Kurd daye û cîhbicîh kirina vê mafa han jî girêdayî bi rûdaw û pêşhatin paşerojê ye, derbarê vê yekê de ka gelo hîn jî Kurd di hizra serbixwebûnê deye lazime bibêjim ku tevahiya Kurdan di dilên xwe de bawerî bi vê yekê heye ku dixwaze Kurd bi destê xwe çarenivîsa xwe diyar bike û biryar li ser vê yekê bide ka gelo dixwaze çawe bijî.
Pirs: Mafê diyar kirina çarenivîs û otomonî gelek cudane ji serbixweyiya giştî, hun weke korê Serokê Kurdistanê ku gelek daxwaz jê hatiye kirin daku beşdariya hikûmeteke pir alî bike, her wekî ku di meha Temûzê de John Kerry daxwaz jê bavê te kiribû û bavê tejî bersifa vî dabû, gelo piştî pêşhat û ghertinên heyî yên lê Îraqê Kurd dev ji vê mafê bernade, li gor te , bavê we anjî to bo xwe dixwazin li gel Îraqê bin anjî bi giştî ji Îraqê cuda bibin û serbixweyî rabigehînin?
Mesrûr Barzanî:Bila li rastiyan binêrin, em li welatekî dene ku hikûmeta Îraqê nikare kontrola tevahiya welat bike, niha cîranê me DIŞI e ne Bexda, nêzî 1050 KM sînorên me li gel DIŞIê hevbeşin, niha li Îraqê aloziya Şîi û Suneyan heye, hîn jî hikûmeta nû ya Îraqê nehatiye damezrandin lewre lazime li bendê bin daku bibînin ka gelo rewşa han ber bi kûderê ve diçe.
Em razî bûne ku beşek bin ji vê welatî, lê li gorî destûr dibe ew welat welateke fedral û pir alî be, eger ew welat bo tevahiya me be û her kes tê de hest bi aramî û asûdeyî bike û aloziyên navbera şîi û sune nebin vê demê em weke Kurd bi ti awayî nabin beşek ji kêşeyên heyî, ew ne Kurd ku bûye sedema parçe kirina Îraqê belku di warê piratîkî de Îraq hatiye parçe kirin û niha jî erkê taybetî yê Kurdistanê parastina welatiyên xwe û sînorên xwe ye, lazime li bendê bin daku bibînin di pêşerojê de çi diqewme gelo Bexda dixwaze di warê beşdarî kirina Kurd û suneyan di hikûmetê de serkeftî be, eger wisa nebe vê demê Kurd nikare ew tiştên han qebûl bike û nikare qebûl bike ku DIŞI li vê welatî de hevbeş be di pêvajoyeke wisa de vê Kurd birayarên pêwîst derbarê çawetiya parastina ax û xelkê Kurdistanê de dide.
Pirs: Weke te got lazime Bexda û aliyên din hewl bo çê kirina Îraqekî yekgirtî bidin lê rastî ewe ku we li Kurdistanê çend karên curbicur bi serbixweyî cîhbicîh kiriye weke pirsa petrolê û tê payîn ku hun bi awayekî rasterast petrolê bifiroşin û di wê warî de jî çendîn peymanên curbicur we îmze kirine û Amerîka jî zext li we dike daku hun wisa nekin herwiha zext li kompaniyan dike daku rasterast petrola Kurdistanê nekirin û ew yek bi rêya Bexadayê were encam dan, gelo ew yek çawe dibe?
Mesrûr Barzanî: Kurdistan heta niha ti tiştekî ji derveya destûr cîhbicîh nekiriye, di nava destûra Îraqê de bi eşkere behsa çawetiya nêzîkatî kirin li gel pirsa petrolê de hatiye behskirin, rafîneyên kevin yên petrolê vê ji aliyê hikûmeta Bexda û îdareya herêman ve tên îdare kirin û rafîneyên nû jî vê ji aliyê hikûmeta herêmê ve werin îdarekirin, lê hikûmeta Bexdayê ti carî amade bûne ku bo çareser kirina wan pirsan gavek bavêje, lazime behsa vê yekê jî bikin û bibijêm ku niha Îraq ti qanûnek nîne ku bikarêbe bibêje Kurdistan karên neqanûnî kiriye, heta niha Bexda her qanûnên kevin cîhbicîh dike ti qanûneke Îraqê tuneye daku Kurdistanê tawanbar bike û bibêje Kurdistan karên derqanûnî kiriye li gor destûrê ew karên ku heta niha ji aliyê Kurdistanê ve hatine cîhbicîh kirin li gorî destûra bingehîn ya Îraqê bûne, lê mixabin tevahiya ew pêşkeftinên ku me li Kurdistanê de bidest xistin nebûn sedema vê yekê ku Bexda piştgîriya me bike di rastî de dixwestin ku Kurdistan her weke berê di cêyê xwe de bimîne û bi ti awayî ber bi pêş ve neçe jiber ku ev box we nikarîbûn ku weke Kurdistanê serkeftî bin.
Pirs: Weke dizanin mezintirîn piştîwanê we Amerîkaye û bi eşkere bi îsrare li ser mayîna we di nava Îraqekî yekgirtî de, bo nimûne di roja 24ê Temûzê de Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê diyar kir ku baştirîn rê bo Kurdistanê ew ku di nava çarçoveya destûriya Îraqê de be, hun wê yekê çawe şîrove dikin?
Mesrûr Barzanî:Di nava destûrê de bi eşkere hatiye nivîsandin ku cîhbicîh kirina destûrê merca serekî ya parastina yek parçeyiya Îraqê ye, lê rêz ji destûrê nehatiye girtin û detûr nehatiye cîhbicîh kirin lewre mafê Kurdistanê ye ku her cure biryarek bide ku bo xelkê Kurdistanê goncav be niha jî em derbasî pêvajoyeke teorîkî bo çareser kirina kêşeyên Îraqê bûne, çend kêşeyên serekî û girîng hen ku lazime werin çareserkirin û biryarên azadane werin derkirin, bawerî di navbera pêkhateyên Îraqê de nemaye her aliyek ji aliyeke din ditirse, ji vê yekê ditirse ku were perawêzxistin anjî întîqam jê were stendin lewre kesekê ku bixwaze çareseriyeke mayende ji bo kêşeyên Îraqê bibîne lazime li gel tevahiya pêkhateyên Îraqê de di nava danûstandinan de be û mafên wan gerentî bike.
Pirs: Niha tevahiya ew kêşeyên han li Îraqê de hene, lê girîngtir ji wan qirîza mirovatiyê ye, her weke we behs kir, xelkekî gelek zêde hatiye Kurdistanê û Kurdistan jî çavkaniyên gelek kêm hene û gem terajidiyên gelek hovane dibihîstin bi tayebtî çîrokên terajîk yên Êzidiyên ku jiber êrîşên DIŞIê aware bûne gelo hun derbarê qirîza mirovatî de çi dibijên, bi taybetî derbarê ew kesên ku li ser çiyayê hatine dorpêçkirin?
Mesrûr Barzanî:Bi hezaran malbet karîne ji destê terorîstan xwe rizgar bikin û xwe gehandine serê çiyayê û niha ji aliyê çend yekîneyên hêzên pêşmerge ve tên parastin, di rastî de pêşmerge karîbû terorîstên DIŞIê rawestîne û li pey xelk nekevin û neçin serê çiyayê, kêşeya av û erzaqê ya ew xelkê heye, em spasiya Amerîkayê dikin ku erzaq û av gehande xelkê, pişt re jî Berîtanya hat û hevkarî kir û hijmareke din welatên Ewropayî jî di gehandina hevkariyan de beşdar bûn, kêşe tenê ne ewe ku gelek xelk li ser çiyayê ye belku kêşe ewe hîn jî çend gund û bajarokên derdorê Şengalê hîn jî ji aliyê DIŞIê ve hatine dorpêçkirin û metirsiya ji nav birinê li ser şîniyên wan deveraye. Niha pêdiviyeke gelek zor heye daku hevkarî ji wan re were şandin lazime operasiyonên asmanî li dijî DIŞIê zêdetir bibin û bidomin bi taybetî li dijî wan terorîstên ku hîn jî li derdorê Şengalê dene.
Pirsiyara dawî: Gelo pirsa DAIŞê ku bûye sedema aloziya siyasî li Bexdayê û qirîzeke mirovatî li Îraqa ku tevahiya me dinasin dikare mayende be?
Mesrûr Barzanî:Hêvî dikim Îraq bikarêbe bimîne jiber ku her cure şikesteke Îraqê ji destê DIŞIê vê bibe sedema terajidî û karesatên hovane û kêşeyên mezin bo deverê û herwiha bo cîhanê diafirêne, DIŞI tevgereke terorîstiye ku bi hezaran terorîstên biyanî li dor xwe kom kiriye, tişta ku diyare ewe ku ew terorîstên ku ji welatên din yên cîhanê hatine heta dawî li Îraqê de namînin lêbelê bihzêtir dibin û wedigerin welatên xwe, eger li Îraqê serkevin vê demê dibin sedema kêşeyên mezintir bo cîhanê.




