Bi Biryara Serok Barzanî 489 Girtî Hatin Azad Kirin

Evro bi biryara Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çaçoweya der kirina lêbûrîna giştî de 489 Girtî li Girtîgehên Kurdistanê de hatin azadkirin.
Di vê derbarê de Birêveberê giştî yê Polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ragihand ku, bi minasebeta hatina Cejna Remezanê evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî biryar daye daku, 489 Girtî ji Girtîgehê werin azadkirin.
Çavkanî eşkere kir ku, ev biryara Serokê Kurdistanê bûye sedema kêfxweşiyeke mezin ya kesûkarên wan Girtiyan.




