Serok Barzanî: Pişt bi xwedayê mezin em nahêlîn dijmin bigihin meremên xwe
__2014_08_14_h23m39s14__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser rewşa Şingalê peyamek ji bo raya giştî ya Kurdistanê belav kir û têde dibêje, ew berpirsên emnî û serbazî û hizbiyên erkê parastina devera Şengalê stuyê wan bû ji ser karên xwe hatine dûrxistin, diviya canê xwe feda kiriban û Şengalê bi cîh nehiştibana, herwiha dibêje, pişt bi xwedayê mezin nahêlîn dijmin bigihin meremên xwe. Ev jî tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê
Li beranber êrîşa dirindaneya terorîstan da Kurdistan azayane bergiriyê li xwe dike û civaka navdewletî û welatên dost jî piştgîriya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihandiye û pişt bi xwedayê mezin û îradeya we û hêza Pêşmerge terorîst tûşî şikestê dibin û tola şehîdan û koçberan û karesata Şengalê hildidin.
Cihê xwe ye destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikim ku rê ji bo rizgarkirina xuşk û birayên Êzîdiyan li çiyayê Şengalê vekirin û hejmarekî zêde ji wan azîzan rizgar kiriye. Her wiha bi pêwîstî dizanim gelek spasiya Amerîka û welatên dostê gelê me bikim ku gelek yarmetiyê ji bo rizgarkirina wan dan.
Piştî rûdawên Şengalê û ew karesata li ser xuşk û birayên me yên Êzîdî da hat, ew berpirsên emnî û serbazî û hizbiyên erkê parastina devera Şengalê stuyê wan bû ji ser karên xwe hatine dûrxistin û lîjneyekî lêkolînî jî ji bo derxistina rastiyan pêkhatiye û lîjne biryar li ser sizadana wan berpirsan dide ku li parastina xelk û Pêşmerge de, kêmterxem bûne.
Ewê li Şengalê rûda tenê li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan da nehatiye belku êşeke me hemûyan azar dide. Ew berpirsên diviya canê xwe feda kiriban û Şengalê bi cîh nehêlin, her wekî sozê bi min dabûn, diviya li gel wan Pêşmergeyên qehreman ku şêrane mane û bergiriyê kirine, biman. Pişt bi xwedayê mezin nahêlîn dijmin bigihin meremên xwe.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.08.2014




