26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya

Çavkanî: KDP.info

Evro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê vî Îmad Ehmed civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê civiya.

Di destpêka civîna han de bi minasebeta hatina Cejna Remezanê Civata Wezîran pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Gelê Kurd, Îraq û tevahiya Misilmanên Cîhanê kir û hêviya Cejneke aram û têjî ji xêr û xweşî ji wan re xwest.

Di berdewamiya civîna han de bernameya kar û çalakiyên Wezareta dad hatin nirxandin û piştî giftûgoyeke berfire bernameya han hate pejrandin û çendîn biryarên pêwîst jî girêdayî bi wezareta dad hatin girtin bo nimûne biryar hate dayîn daku, bi hevkariya wezareta awedan kirinê bînayeke pêwîst ji wezareta dad re were damezrandin û bi mebesta çareser kirina kemaniyên heyî jî kongreyeke qanûnî ji wezaretê re were organîzekirin û girtîgehên Kurdistanê ku, niha ser bi wezareta karûbarên civakiye bikevin destê wezareta dad.

Di berdewamiya civîna han de behsa nexweşiya talasîma jî hate kirin û biryar hate dayîn daku, navendeke taybetî bo destnîşan kirina pêşwext ya nexweşiya talasîmayê were damezrandin û biryareke din jî hate girtin daku, di merheleya yekem de hijmareke ji wan welatiyan ku, xwedan nexweşiya talasîman bi mebesta tedavîkirinê ji Derve re werin şandin.

Nûçeyên têkildar