Asayişa PYDê nehişt hevalên ENKS ji bo Şingal û Pêşmerge bimeşin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Asayişa PYDê rêgiriyê li çalakiyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, ji bo piştgiriya Pêşmerge û Başûrê Kurrdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.
Doh 13ê tebaxê, ENKS meşek li taxa Xerbî li bajarê Qamlişlo yê Rojavayê Kurdistanê lidarxist, bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞ’ê de. Li gor daxuyaniyeke Sekretariya Giştî ya ENKS, berî ku meş bidawî were, hêzên asayişa Qamişlo, a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, xwepêşander dorpêç kirin û ji wan xwestin ku çalakiyên bidawî bînin û belav bibin.
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku, hêzên asayişî serokê xwecihî li taxa Xerbî yê ENKS, Wecdî Derwîş binçav kir.
ENKS rêgirtin li çalakiyê û girtina hevalê wan şermezar kir û daxwaz kir ku demlidest were serbest berdan.




