Bexda bi dehan tirilyon dînar ji pereyên Wezareta Pêşmerge xwarine

Hewlêr-KDP.info- Parlamentera kurdistanê, Hîva hacî Mîrxan, ragihand ku hikûmeta Bexdayê destê xwe daniye ser pereyên Wezareta Pêşmerge û naxwaze bidê, û dibêje divê kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê wan peran hemûyan bide.
Biryardera komîteya darayî li Parlamentoya Kurdistanê, Hîva hacî Mîrxan, ji KDP.info got: “Gerek hikûmeta Iraqê ji sala 2007 ê ve bûdceya Wezareta Pêşmerge şandiba, lê heta niha yek dinar ji wan pereyan nehatiye Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge, pereyên wê wezaretî jî gelekin û divê wan pereyan bidin.”
Hîva got jî: “Bexda heta niha nêzîkî 10 tirilyon dinar ji pereyên Wezareta Pêşmerge neşandiye, ku gerek ew pere bighana wezaretê, û wezaretê ji xwe re pê çek kiriîbana û rûbirûyê her metirsiyekê baya, lê bi neşandina wan pereyan, hikûmeta Iraqê pêşilkariya destûrê kir.”




