26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Celewla.. Pêşmerge di şikenandina DAIŞê de berdewame

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Celewla ragihand, pêşmerge di şikenandina êrîşên DAIŞê de bo ser navçeyên Celewla de berdewame û dibêje, terorîst dixwazin cihê ku jê derdikevin wêran bikin.

Kameran Mihemed, berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li navçeya Celewla ji KDP.info re got: “Çekdarên DAIŞ êrîş kirin ser Pêşmerge, lê hemû ew êrîş hatin şikestin, siyaseta wan terorîstan ewe ku li piştî vekişandina xwe wan cihan wêran bikin, lewra li wan navçeyan dest kirin bi wêrankirina pir û çend cihekî dinm.”

Kameran Mihemed, got jî: “Pêşmerge berdewame li ser berevaniyê li navçeyên Kurdistanî û rê nade DAIŞ pêşrewiyê bike, di demekê de ye ku çekên giran di destê wan de bû.”

Nûçeyên têkildar