26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li ser daxwaza Mesrûr Barzanî komîteya Cobra ya Berîtanyayê dicive

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li ser daxwaza Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê komîteya Cobra ya Berîtanyayê civînek li dar dixe.

Li ser daxwaza Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîteya tengawiyan ya hikûmeta Berîtanyayê yaku bi Cobra tê nasîn, civînek bi Serokatiya wezîrê derve yê vê welatî li dar dixe û biryar li ser şandina hevkariyên leşkerî bo Kurdistanê destine.

Çend seat piştî gehêştina daxwaza Mesrûr Barzanî bo pêşkêş kirina hevkarî ji aliyê Berîtanyayê ve komîteya tengawiyan ya hikûmetê yaku bi Cobra tê nasîn bi Serokatiya Philip Hamoond civîneke bilez li dar xist û di civînê de biryar li ser vê yekê hate dayîn daku bilez çek û pêdiviyên leşkerî bo şerê dijî terorîstên DIŞIê ji Kurdistanê re werin şandin.

Her di vê derbarê de berpirsên vê komîteya han di daxuyaniyekî de li gel Rojnameya Gardian behsa vê yekê kirine ku di dema destnîşan kirina sînorên Rojhilata Naverast de Berîtanya roleke girîng lîstiye û niha jî dem ne ew deme ku hikûmeta Berîtanyayê bêje ew kêşe ne kêşeya meye belku dem dema hevkarî kirina bilez ya Kurdistanê ye daku bikarêbe êrîşên terorîstên DIŞIê bişkîne.

Nûçeyên têkildar