Serokê Herêma Kurdistanê spasnameyek ji Serokê Komara Franse wergirt

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spasnameyekî ji François Hollande Serok Komarê Fransa wergirt ku eve jî naveroka wê ye:
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê
Rêzdarê ezîz cenabê Serok
Gelek bi germî spasî nameya pîrozbahiya cenabê we dikim ku ji bo hilbijartina me ya wekî Serok Komarê Fransa we pêşkêşî me kiribû.
Pêwîste pêwendiya dîrokiya di navbera Iraq û Fransa li asta hêviya her du gelê me da bê û li asta rûbirûbûna hevbeşan bê.
Li vî warî de Fransa bi awayekî taybet pabende bi pêwendiyekî dostane ku li gel Kurdistana Iraqê û Fransa ve hatiye bestin û hewla pêşxistina wan pêwendiyan dide.
Birêz cenabê Serok, dûbare spas û pêzanînên min qebul kerem bikin.
Dostê we
François Hollande
Serok Komar




