Mahir El-Esed birayê Beşar El-Esed herdu lingên xwe ji dest dane

Duhî roja sêşemê cihgirê Wezîrê Derve yê Rûsiya Mîxayel Bogdanov aşkere kir ku, Mahir El -Esed birayê Serokê Sûriya Beşar El-Esed di teqîna meha bihurî ya li Dîmeşqê de her du lingên xwe ji dest dane.
Di evê derbarê de li gorî rojnameya Weten a Siûdî, Bogdanov ragihand, ku Mahir El-Esed fermandarê fîrqeya 4 a herî bihêz a artêşa Sûriya ye, di teqîna Dîmeşqê de birîndar bûye.
Di teqîna Dîmeşqê de ku li avahiya ewlekariya neteweyî ya Sûriya pêk hat, çend berpirsên artêş û ewlekariyên yên mezin ên Sûriya hatine kuştin ji wan Wezîrê Bergiriyê Dawûd Racihe û Asif Şewket zavayê Beşar Esed.
Bogdanoc tekîd kir ku birîna Mahir girane û her du lingên xwe ji dest dane.
Mahir Esed wek serkirdeyê serekî di grûpa kirîzê ya Sûriya de tê naskirin û opozisyona Sûriya û welatên erebî û rojava dibêjin rolê wî di operasiyonên dijî xelkê de serekî ye.




