Serok Barzanî û Fuad Mehsûm pêşhatên yên Iraqê guftûgo kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Komarê Iraqê kir û herdu aliyan pêşhatên yên Iraqê guftûgo kirin.
Êvariya îro sêşem 12.08.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Dr. Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê kir.
Li vê peywendiyê da di derbarê pêşhatên dawî û hengavên li nav proseya siyasî û destûra Iraqê de guftûgoyê kirin û Serok Barzanî ji bo wan hengavên destûriyan û her wiha raspardina kandîdê hevpeymaniya nîştîmanî ya ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê destxweşiyê li Serok Komarê Iraqê kir.
Serok Barzanî li vê peywendiyê da palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Serok Komarê Iraqê ragihand û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.




