25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Dihokê rewşa neasayî ya mirovayetî ragihand

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Ji ber wê rêjeya mezin ya koçberên ku berê xwe dane parêzgeha Dikokê, di kongireyekî rojnamevanî de parêzgarê Dihokê rewşa neasayî ragihand.

Vê sibehê, Ferhad Etruşî, di gongreyekî rojnamevanî de eşkere kir ku li gor amarên dawî zêdetirî 700 hezar koçber gehişîne sînorê parêzgeha dihokê û li wêde biçîhbûne, û dibêje: “Xizmetkirina wê rêjeya mezin ji koçberan û peudakirina xwarin û cih ne di karîna îdareya parêzgeha Dihokê de ye, lewra daxwaz ji ajansên nêvdewletî bi taybetî UN dikin, ku bi hewara van koçberan ve bên, lewra em neçarin ku rewşa neasayî rabighînin.”

Hêjayî gotinê ye, ji bilî ku rojane bi hezaran koçberên navçeya Şingalê û derdora wê dighên Dihokê, nêzîkî 30 hezar penaberên rojavayê Kurdistanê û Mûsilê jî li wê parêzgehlê bi cîh bûne.

Nûçeyên têkildar