Rîyad Hîcab, rejîma Sûrîya tenê kontrola 30% ji axa Sûrîya dike

Serokê wezîrên Sûrîya Rîyad Hîcab ê ku ji rejîma Sûrîya cuda bûye û ber bi Urdinê ve revîya ye ragihand, ku rejîma Beşar El-Esed ji hev dibe û tenê 30 % ji Sûrîya di bin desthilatdarîya wî de maye.
Di evê derbarê de li gorî ajansên nûçe, Hîcab di kongireka rojnamevanî de ragihand, ku rejîma Sûrîya ji alîyê deronî ve hilweşîye.
Herweha Hîcab got, Rejîma Esed li ser bingeha zilm, tawan û sitemê hatiye avakirin. Ti hêvî di serastkirin û çaksaziya vê rejîmê de nemaye. Rejîm ji aliyê moral, aborî têkçû ye û ji aliyê leşkerî ve ji hev ketiye".
Hîcab balkirşand ser evê çendê û got, " li gorî wê ezmûna min û pileya min, ev rêjîma han ji alîyên aborî, deronî, diravî û serbazî ve hilweşîye û bi rastî ji tenê kontrola 30% ji axa Sûrîya kirîye".




