26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka carekî din piştgîriya xwe ji bo Kurdistanê dupat kir û destxweşiyê li Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di peywendiyekî telîfonî de ligel serok Barzanî de, Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka carekî din piştgîriya welatê xwe ji bo Kurdistanê li dijî terorîstan dupat kir û Her wiha destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne serkeftineke ber bi çav bi dest bînin. Ji aliyê xwe ve jî Serok Barzanîsoz da ku Herêma Kurdistanê li vê şera ku tûşî bûye bergiriyê li ax û xelk û hemû bihayên lêborînî û pêkvejiyan û azadiyê de bike.

Êvariya îro sêşem 12.08.2014 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li peywendiya telefonî da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka carekî din piştgîriya Hikûmeta Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê ya li berengarbûna terorîstan de dupat kir, ku bi hevkariya hemû aliyek hêza terorîstan têk dişkînin. Her wiha destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne serkeftineke ber bi çav bi dest bînin.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo wê piştgîriya ku pêşkêşî gelê Kurdistanê kirine spasiya xwe ji bo Serok Obama û Biden û gelê Amerîka derbirî û soz da ku Herêma Kurdistanê li vê şera ku tûşî bûye bergiriyê li ax û xelk û hemû bihayên lêborînî û pêkvejiyan û azadiyê de bike.

Serok Barzanî eve jî ji bo Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka xisterû ku piştgîrî û hevkariya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hîmmet û hêzeke zêdetir daye gelê Kurdistanê.

Her li vê peywendiya telefoniyê da rewşa siyasiya Iraqê û rewşa emnî û serbazî ya Bexda hate nirxandin û her dû alî piştgîriya xwe ji bo vê proseya destûrî dûpat kir ku ji aliyê Serok Komarê Iraqê ve ji bo raspardina berbijêrê Serok Wezîrê Iraqê dest pêkiriye.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hêvî xwest hevpeymaniya Kurdistanê li gel hêzên dinê siyasiyên Iraqê ji bo damezrandina hikûmetekî giştgîr û hevbeşê rasteqîne ku hemû alî têda beşdar bibin dest bi guftugoyan bikin û Iraqê ji vê qeyrana niha derbas bikin.

Li beranber da Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê yarmetiya proseya siyasiya Iraqê dide bo ku Hikûmetekî şeraketî nîştîmanî bê pêkanîn ku dûr bê ji ezmûna şikestxwarinên berê.

Nûçeyên têkildar