Serok Barzanî di riya peywendiyekî telîfonî de pîrozbahî li Erdogan kir

Hewlêr-KDP.info- Îro sêşem 12.08.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendî bi Receb Tayyip Erdogan Serokê Hilbijartiyê Komarê Tirkiye kir.
Li vê peywendiyê da Serok Barzanî bi germî pîrozbahiyê li Erdogan kir ji bo hilbijartina wî ya wekî Serok Komarê Tirkiye û hêviya wê yekê jî xwest ku li maweya Serokayetiya Erdogan berev pêşveçûna Tirkiye li hemû waran da berdewam bê.
Her li vê peywendiyê da her dû alî tekez li wê yekê kirin ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye li qonaxa pêş de berfirehtir bibe.




