Başîk.. Di encama bombebarnkirina balfirên şer 15 çekdar hatin kuştin

Başîk-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya democrat a Kurdistanê (KDPê) li Mûsilê ragihand, îro balafirên şer yên Amarîkî gundekî nêzîk nahiya Başîka bobebaran kirin û di encam de 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Seîd Memozînî, Berpirsê liqa 14 ya Partiya democrat a Kurdistanê (KDPê) li Mûsilê, ku niha li mîhwera Başîka li çeperên şer, ji KDP.info re ragihand: “Îro balafirên şer yên Amerîka gundê Esqefê bin çiyayê Zerdik ku nêzîke ji mîhwera Başîk, bobmebaran kirin, û di encamp de 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Seîd Memozînî got jî: “Her îro balfirên şer nêzîkî pira Wedek ku ji aliyê DAIŞ ve hatiye teqandin li navşeya Xazir bombebaran kirin, lê heta niha ziyan nexuyayîne.”




