26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Helwêsta welatên Rojava garantiyê dide Kurdan daku dest ji pirsa referendumê bernedin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Li gor endamekî serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), bûyerên vê dawiyê yên li Şingal, Mexmûr û Giwêr, bi tu awayekî daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo referandûm û mafê çarenivîsê naguhere.

Berpirsê Peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Hêmin Hewramî, ragehand ku pêşwaziya germ a welatên Rojava garantî û baweriyeke zêdetir dide Serok Barzanî bo cîbicîhkirina wê ajandeyê.

Bi baweriya çavdêrên siyasî jî, tişta ku niha li Herêma Kurdistanê diqewime, beşek e ji prosesa girêdayîbûna Iraqê bi nexşa nû ya Rojhilata Navîn ve û Kurd di vê hevkêşeyê de yan serbixwe dibin an jî bi awayê konfederalî ligel Iraqê dimînin, vêna jî wiha kiriye ku Amerîka hest bi vê rewşê bike û bêyî guh bide Iraqê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pirçek dike, daku Kerkûk parastî be bo Kurdan û li ser nexşeya Herêma Kurdistanê be. Tê gotin ku Tirkiye jî razî bûye eger Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê di berjewendiya Amerîka û Tirkiyê de ye.

Pisporê ewlekarî û leşkerî Lîwa Mihyedîn Mihemed tekez kir ku şer di vê asta niha de namîne, berfirehtir dibe û got: “Evna ne tenê şerê Kurdistanê ye ligel çekdarên DAIŞê, lê şerê wan hemû welatan e ku DAIŞ gef e bo wan. Herwiha hatina ser xetê ya Amerîka jî li beramber DAIŞ û parastina Herêma Kurdistanê, wateyeke wêya din heye ku piştre derdikeve.”

Lîwa Mihyedîn da zanîn ku di hemû rewşekê de Herêma Kurdistanê ligel navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê û bi taybetî jî Kerkûkê dibe, jiber evna meyla Amerîka, civaka navdewletî û welatekî stratejîk ê navçeyê ye jî. Navbirî wiha axifî: “Kurd di vî şerî de yekalî dibe û digihe wê armancê ku bi salan e hewla bidestxistina wê dide, loma divê bi awayekî gelekî jîrane sûd ji vê hevkêşeyê bê wergirtin.”

Derbarê heman mijarê de Rojnamevan û Berpirsê Xwendina Bilind li Koleja Rojnamevanî ya Zanîngeha Kolombiyayê Steve Coll, di gotarekê de ku govara The New Yorker belav kiriye, dibêje: “Berevaniya Amerîkayê li Hewlêrê bergiriye li navçeyekê ku serbixwe ye û nehatiye ragehandin.”

Bi baweriya çavkaniyeke nêzîkê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, helwêsta vê dawiyê ya welatên Rojava, zêdetir garantiyê dide Kurdan daku dest ji pirsa referandûm û mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bernedin.

Bas News

Nûçeyên têkildar