Mesrûr Barzanî: Çekên me hebana, ev komkujî bi sere me de nedihat

Hewlêr-KDP.info-Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê, Mesrûr Barzanî dibêje hêzên pêşmerge pêdiviya xwe bi çekên pêşkeftî heye û eger çekên wan hebana, ev komkujî bi sere wan nedihat.
Mesrûr Barzanî Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanêdi hevpeyvînekî de li gel kanala CNN ya Amerîkayî de tekez li ser vê yekê kir ku terorîstên DAIŞê piştî dagîrkirina çend navçeyên Iraqê çekên baş û pêşkeftî yên artêşa Iraqê bidest xistin ku li hember çekên hêzên pêşmerge de gelek pêşkeftîtirin lewre bo ku hêzên pêşmerge bikaribin şerê DIŞIê bikin û êrîşên wan pûç bikin pêdiviya xwe bi çekên pêşkeftî heye.
Mesrûr Barzanî got: “Hevkariyên leşkerî yên ku pêşkêşî hêzên pêşmerge hatin kirin hinek dereng hatin, eger zûtir pêşmerge hatiba pirçekkirin wê demê bi ti awayî rê nededa ku terorîstên DAIŞê ev tawanên han pêk bînin, eger ew çekên han zûtir hatibana dayîn wê demê ew komkujiyên han nedihatin kirin yên ku DAIŞê li dijî welatiyên Êzdî û Mesîhî pêk anî.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku “piştî aware bûna welatiyên Êzdî bo ser çiyayê Şengalê çend yekîneyên hêzên pêşmerge jî bo parastina wan li çiyayê Şengalê man û hevdem çend yekîneyên din jî ji bo deverê hatin şandin daku deverê biparêzin û hevkariya xelkê Şengalê bikin û niha piştî hewldaneke gelek zêde rêyek bo rizgar kirina wan awareyan ji serê çiyayê hatiye wekirin û heta niha bi hezaran kes hatin rizgarkirin.”
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya Serokê Amerîkayê kir û got: “Biryara Serokê Amerîkayê bo bordiman kirina terorîstên DAIŞê biryareke gelek girîng bû û herwiha daxwaz ji Amerîkayê dikin ku ev êrîşên han bidomîne û deverên zêdetir jî bordiman bike û ew êrîşên han bi tenê bo ser kempên DAIŞê ên li eniyên şer nebin belku kempên din yên DAIŞê li cîhên din jî werin bordiman kirin.”
Di bersiva pirsekî de ku pêşmerge daxwaza çi cure çekekî dike? Mesrûr Barzanî got: “Pêşmerge pêdivî bi çekek heye ku bikarêbe pê şerê terorîstên DIŞIê bike û çekên wan tune bike.”
Derbarê hevkariyên artêşa Iraqê de jî Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên Iraqê gelek kêmin û bi tenê hevkariya awareyan dike û li çend eniyên şer de jî balefirên şer yên Îraqê car car bordimana terorîstan dikin.




