25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Divê tevahiya part û aliyên siyasî yek deng û yek helwest bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Di civînekê de, bi seroktiya Serok Barzanî, navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin daku di vê pêvajiya hesas de yek deng û yek helwest bin û lazime tevahiya aliyên beşdar di şer de xwe ji raberkirina her cure helwesteke partatî biparêzin û bi çavên wekirî nêzî rûdaw û bûyeran bibin û berejwendî û asayîşa netewî li ber çavan re derbas bikin.

 

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo giftûgo kirina rewşa dawî û herwiha stendina tedbîrên pêwîst li hember terorîstên DIŞIê bi part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re civiya.

 

Di civînê de behsa bûyerên vê dawî û êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser axa Kurdistanê hate kirin û bi awayekî berfire rewşa meydanî ya hêzên pêşmerge jî hate nirxandin û bandora siyasî ya wan êrîşên han bo ser Kurdistanê jî hate şîrovekirin û tekez li ser çareser kirina bilez ya kemaniyên heyî yên li eniyîn şer û herewiha stendina tedbîrên pêwîst bo parastina asayîşa Kurdistanê hate kirin.

 

Aliyên beşdar di civînê de piştgîriya xwe bo hêzên pêşmerge diyar kir û spasiya xelkê Kurdistanê, part û aliyên siyasî û herwiha saziyên medenî kirin û bi awayekî berxwedêrane berpirsiyartiya xwe bicîh anîne û piştgîriya hêzên pêşmerge kirine hewiha spasiya civaka navnetewî jî hate kirin ku hevkariya gelê Kurd kiriye û herwiha daxwaz ji civaka navnetewî hate kirin daku di warê parastin û xwedî kirina ew awareyên ku hatine Kurdistanê hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.

 

Aliyên beşdar di civînê de daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin daku di vê pêvajiya hesas de yek deng û yek helwest bin û lazime tevahiya aliyên beşdar di şer de xwe ji raber kirina her cure helwesteke partatî biparêzin û bi çavên wekirî nêzî rûdaw û bûyeran bibin û berejwendî û asayîşa netewî li ber çavan re derbas bikin.

 

Di dawiya civîna han de behsa rewşa siyasî ya Iraqê jî hate kirin û her cure hewldanek ku bibe sedema binpê kirina prensîbên tewafoq anjî her cure hewldanek bo encamdana kûdetayeke leşkerî şermezar kirin û piştgîriya xwe jî bo Serokkomarê Îraqê diyar kirin.

Nûçeyên têkildar