Serok Barzanî: Nabê ji bilî alaya Kurdistanê alayekî din hilbikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand ku nabê ew hêzên li bereyên ceng yê bi hêzên xwebexş de beşdarin û ew hêzên ser bi aliyên siyasiyanin, bi tu awayekî ji bilî alaya pîroza Kurdistanê alayekî din hilbikin.
Ev jî deqa peyamê te:
Bi navê bi hêztirkirina yekrêziya nîştîmanî ya li rûbirûbûna terorê û piştgîriya neteweyî û nîştîmaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û yekxistina hemû şiyana ma'newî û siyasî û cemaweriyên xelkê û aliyên siyasiyê Kurdistanê li bereyên rûbirûbûnê da, me biryar da ku nabê ew hêzên li bereyên ceng yê bi hêzên xwebexş de beşdarin û ew hêzên ser bi aliyên siyasiyanin, bi tu awayekî ji bilî alaya pîroza Kurdistanê alayekî din hilbikin.
Ne xwe rûbiruyê binpêkirina yasayî dibin û ji bo bi cîhkirina vê biryarê jî her dû Wezaretên Pêşmerge û Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavdêrî û duvdaçûnê ji bo her cûre haletek bikin li berevajiya vê biryarê bibe.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.08.2014




