Serok Barzanî pîrozbahî li Erdogan kir

Hewlêr-KDP.info- Bi minasebeta hilbijartina Erdogan weke Serokkomarê Tirkiyeyê, Serokê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî vî kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê bexşende û mihriban
Birêz cenabê Erdogan, Serokkomarê hilbijartî yê Tirkiyeyê
Silaveke gerim
Bi minasebeta hilbijartina cenabê we weke Serokkomarê Tirkiyeyê bi awayekî raste rast ji aliyê xelkê Tirkiyeyê ve gerimtirîn pîrozbayiyên xwe û xelkê Kurdistanê pêşkêşî we dikim.
Em di wê baweriyê dene ku serkeftina we vê li gor berejwendiyên bihevre jiyan û çareser kirina kêşeyên heyî û serkeftina prosesa aştî û herwiha bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê dibe.
Hêviya tendirostî û xweşiyê ji we re dixwazim
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
11.8.2014




