Heyder Ebadî bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hat rasipardin

Bexda-KDP.info- Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm, namzetê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Heyder Ebadî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê rasipard.
Di vê derbarê de, parlamenterê encûmena Nûnerên Iraqê, li ser frskisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), ji KDP.info re got: “Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm, namzetê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Heyder Ebadî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê rasipard.”
Raspardina Ebadî di demekê de ye ku Malikî îdîa dike ku ew post mafê wî ye û çênabe kesekî din bibe namzet.




