26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Erkê civaka navdewletiye ku Kurdistan biparêze û piştgîriya Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kanada ya li Iraq û Urdinê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku erkê civaka navdewletiye ku Kurdistan biparêze û piştgîriya Kurdistanê bike bi taybetî em daxwaza hevkariyê ji Kanadayê dikin.

Îro duşemê, Mesrûr Barzanî Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Kanada yê li Iraq û Urdinê Bruno Seccomani û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de behsa rewş û rûdawên vê dawî yên Îraq û Kurdistanê hate kirin û Seccomani jiber şerê dijî terorîstên DAIŞê spasiya hikûmeta Kanadayê gehande Mesrûr Barzanî û got: “Em hatine daku bilez hevkarî ji bo Kurdistanê bişînin.”

Pişt re jî Mesrûr Barzanî bi germî bixêr hatine heyeta mêwan kir û domkirina peywendiyên navbera Kurdistan û Kanadayê bi girîng wesif kir.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa êrîşên terorîstên DAIŞê bo ser çend navçeyên Kurdistanê kir û ragehand ku “DAIŞê bo ser civaka navnetewî metirsiyeke gelek mezine û çekên giran ji artêşa Sûriya û Îraqê bidest xistiye lewre metirsiya DAIŞê gelek zêdetir bûye lê hêzên pêşmerge û asayîşê yên Kurdistanê bi moral û coşeke mezin şerê DIŞIê kirine û çend navçeyek jî ji destê DAIŞê rizgar kirine.”

Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got: “Bo tunekirina ev metirsiya han erkê civaka navnetewiye ku hêzên pêşmerge pir çek bikin û biryara Serokê Amerîkayê bo lêdana terorîstên DAIŞê biryareke gelek girînge.”

Mesrûr Barzanî wisa axaftinên xwe domand: “Ew yek kêşeyeke navnetewiye, DAIŞê ne bi tenê tevgereke terorîstiye belku dewleteke terorîstiye lewre bo şerê dijî dewleteke terorîstî pêdiviya me bi hevkariyeke zêdetir heye û erkê civaka navdewletiye ku Kurdistan biparêze û piştgîriya Kurdistanê bike bi taybetî em daxwaza hevkariyê ji Kanadayê dikin.”

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa Penaber û awareyên heyî yên li Kurdistanê û bir giraniya ser Kurdistanê jî hate kirin bi taybetî piştî ne nardina bûdceya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê.

Li hember de jî Seccomani got: “Hun bo tevahiya cîhanê şerê DAIŞê dikin lewre em bi başî ji dilgiraniyên we fêm dikin.”

 

Di dawiya hevdîtinê de behsa çawetiya hevkarî kirin di warê ewlekarî, îstîxbaratî, çandin, perwerde û çalakiyên kompaniyên Kanadî li Kurdistanê hate kirin û wekirina Konsulusxaneya Kanadayê li Kurdistanê de bi girîng hate wesifkirin.

Nûçeyên têkildar