Hevpeymana Kurdistanî hişyarî da Malikî: Karên te bêhna kodetayê ji wan tê

Hewlêr-KDP.info-Hevpeymana Kurdistanî radighîne ku Nûrî Malikî ev çend salin destur pêşêl dike û welat gehandiye vê rewşa niha. Herwiha hişyariyê dide Malikî ku karên wî bêhna kodetayê ji wan tê.
Hevpeymana Kurdistanî di daxuyaniyekê de ragihand ku di demkê de welat di rewşeke giran û hestiyar de derbas dibe, serokomarê Iraqê kar li ser parastin û bikaranîna destûr û yekgirtina welat dike, lê Malikî daxuyaniyek belavkiriye û têde Dr. Fuad Mehsûm bi pêşilkirina destûr tohmetbar dike, lê ji her kesî re diyare ku ev çend salin destûr ji aliyê Malikî ve tê pêşilkirin û welat gehandiye vê rewşa niha.
Di daxuyaniyê de ku wêneyek gehiştiye destê KDP.info, Hevpemana Kurdistanî tekez dike, “Em li Hevpemanê, piştgîriya xebatên serokomar Fuad Mehsûm dikin û şeriyetê destur dikin, wan tohmetên Malikî bi tohmetên pûç dizanin.”
Hevpeymana Kurdistanî hişyariyê dide, “Di wan tev û livên leşkerî û emnî yên li Bexdayê û derdora navendên serokatiya Komar, em bi gumanin, ev karên te, bêhna kudetaya bi ser şeriyeta destur ji wan tê, em hişyaruyê jî didin li hember wan reftarên ku pêşeroja welat û yekîtiya wê xistiye metirsiyê de.”




