25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

John McCain: Divê bilez çek û pêdiviyên leşkerî bo Hewlêrê bên şandin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Senatorê Amerîkî ser bi Partiya Komarîxwaz a Amerîkayê John McCain, daxwaz kir ku welatê wî di pirçekkirina Kurdan de lezê bike û li benda çûna Malikî nemîne. 

Di hevpeyvînekê de ligel kanala CNN, Senatorê Komarîxwaz John McCain got: “Em dixwazin bilez çek û pêdiviyên leşkerî bo Hewlêrê bên şandin. Herwiha pêşniyara lêdana DAIŞê li Iraq û Sûriyê dikim, ji bo vêna jî divê em li benda çûna Malikî nemînin û Kurd li İraqê û Artêşa Azad jî li Sûriyê bên pirçek kirin, eger ev hevkarî jî texîr bibe ew lawaz dibin.”

Nûçeyên têkildar