Erdogan bû serokomarê Tirkiyeyê

Turkiyê-KDP.info-Namzedê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan %51.8 ji dengan bidest xist û bû 12emîn serokomarê wî welatî.
Li gorî dengên ku hatine jimartin, encamên hilbijartinan wiha ye:
Recep Tayyip Erdogan: 51.8 , Ekmeleddîn Îhsanoglu: 38.5 , Selaehdîn Demîrtaş: 9.8
Li gorî agahiyan, rêjeya beşariyêji sedî 74.5 bû.
Erdogan li 54 bajaran, Îhsangolu li 16 bajaran û Demîrtaş jî li 11 bajaran bûn yekem.
Ji aliyekî din, Desteya Bilind a Hilbijartinan dê encamên demkî sibê eşkere bike û piştî nirxandina şikayet û giliyan dê encamên fermî û dawî jî 15ê Tebaxê bê ragihandin.
Her wiha hat zanîn ku YSKê ragihandiye, êdî ew ji bo dora duyem a hilbijartinan pisûleyan çap nakin.




