Serok Barzanî bo serokomarê Îranê: We diyarkir ku niha jî hûn dost û birayê gelê Kurdistane ne

Hewlêr-KDP.info-Di peyamekê de bo serokomarê Îranê, Serok Barzanî ji Dr. Hesen Ruhanî re got alîkariyên we diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê her wekî çawa li berê û li rojên teng da dost û yarmetîderê nêzîkî gelê Kurdistanê bûye niha jî dost û birayê gelê Kurdistane û eve jî wateyeke xwe ya girîng heye û cihê pêzanînêye.
Ev jî deqa wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz cenabê Dr. Hesen Ruhanî Serok Komarê Îslamî ya Îranê
Silavên xwedê li we bin.
Bi navê xwe û gelê Kurdistana Iraqê sipasiya wê hevkarî û piştevaniyê dikin ku we pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye. Yarmetiyên we diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê her wekî çawa li berê û li rojên teng da dost û yarmetîderê nêzîkî gelê Kurdistanê bûye niha jî dost û birayê gelê Kurdistane û eve jî wateyeke xwe ya girîng heye û cihê pêzanînêye.
Ji wê yekê dilniyame ku hebûna peywendiya dostane û yarmetîdan û hevkarîkirina hevdû bingeha tebayî û birayetiya di navbera her dû gelê Îran û Herêma Kurdistanê xweştir dike.
Ji bo we hêviya tendirustî û xweşiyê dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.08.2014




