Asayişa Kurdistanê: di 24 seatan de me 26 hezar koçber ji çiyayê Şingalê azad kirin

Şingal-KDP.info- Nûnerê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê li çiyayê Şingalê ragihand ku rizgarkirina koçberên çiyayê şingalê berdewame û tenê di dema 24 seatan de wana 26 hezar kes rizgar kirin.
Emîd Aştî Koçer, Nûnerê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê, ragihand: “Piştî ku mîhwera Sinûn û Dugirê heta digê mezarê Şêx Şerefeddîn me paqij kir, ku nêzîkî 30 km dibe, piştre me dergehê Gelî Kersê vekir, ji bona hatina otombîlan ji aliyê Rojavayê Kuridtanê bo çiyayê Şingalê ku heta wê demê rizgarkirina koçberan zehmet bû, lê navçeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê li wê deverê gelek otombîl şandin bi wan ve ji bona veughestina wan bo Zaxo.”
Nûnerê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê li çiyayê Şingalê, diyar kir ku “rewşa koçberan ji ber tîhnîbûn û birçîbûnê gelekî xerab bû, bi nexweşiya ketine, lê piştî ku Serok barzanî hewlên cidî dan û kel û pelên xwarinê û pêdviyên tendirystiyê bo wan koçberan peyda kir, niha rewşa wan heta astekî baş bûye.”
Emîd Aştî Koçer, got: “Bêguman em bi erkê xwe dizanin ku birayên xwe ji destê zulma terorîstan rizgar bikin. Lê dilgiraniya xwe jî li hember wan nûçeyên nerast, derbarê rizgarkirina wan, venaşêre, û dibêje: Hinek alî ku behsa wê yekê dikin û dibêjin ew bi xwe çûne ser çiyayê Şingalê û ew koçber rizgar kirine, diyare ku kî li meydanê amadeye û koçberan rizgardike.. Ji ber ku ji aliyê her kes û aliyekî ve zelal û eşkereye, lê tişta ku lib a me girînge, ku me karî nêzîkî 30 km ji DAIŞê paqij bikin û ji bona rizgarkirina wan koçberan biçin çiyayê Şingalê.”




