Metran Reban: Kurdistan hêlîna pêkvejiyanê ye

Hewlêr-KDP.info- Metranî Kildaniyên Parêzgeha Dihokê ragihand ku Kurdistan hêlîna pêkvejiyanê ye û dibêje, ji ber vê birayetiyê min daxwaz ji Vatîkan û Amerîka kir ku piştevaniya Hêzên pêşmerge bikin da ku vê ezmûna xweşik biparêzin.
Metran Reban, metranê Kildanî li Parêzgeha Dihokê ji KDP.info got: “Em rola Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bilind dinirxînin ji bona wê pêşwazîkirina li penaberên mesîhî û Êzdî û tevahiya pêkhatên din yên Iraqê.”
Metran Reban, got jî: “Di van çend rojan de, hijmarek mezin ji medyaya cîhanê û bi taybetî jî welatê Ferensa û Îtaliya û medyayaVatîkan û hejmarek endamên Kongirêsa Amarîkî, peywendî ligel min kirine û di daxuyaniyên min de, min daxwaza ji wan kirin ku Kurdistanê biparêzin û piştgîriya Pêşmerge bikin, ji ber ku Kurdistan hêlîna pêkvejiyanê ye û mînakeke xweşiye bo birayetiyê li navçeyê.”




