25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Zêdetirî 150 çekdar îro li Mexmûr û Giwêrê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) li Mûsilê Ragihand ku piştî ku Hêzên Pêşmerge herdu deverên Mexmûr û Giwêr ji destê çekdarê DAIŞê derxistin, serkirdeyên DAIŞê ji wan herdu sînoran bo Mûsilê reviyan û şikestina xwe ragihandin.

 

Îsmet Receb, berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Emîrê DAIŞ yê bi nave Ebû Ebdula, li herdu mîhwerê Mexmûr û Giwêr berev Mûsilê reviya û şikestina xwe li nav herdu navçeya ragihand.”

 

Îsmet Receb ku li pal Pêşmerge niha li eniyên şere, diyar kir: “Tenê li sînorê Mexmûr û Giwêr zêdetirî 150 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hijmareke mezin jî birîndar bûne, bi awayekî ku nexweşxaneyên Mûsilê hatine dagirtin ji birîndaran.”

Nûçeyên têkildar