Li Xazir.. 60 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Xazir-KDP.info- Qayîmqamê qezaya Berdereşê dibje, îro êvarî, balafirên şer bi giranî çedarên DAIŞê li sînorê Xazir bombebaran kirin û ziyanekî canî mezin gehandin wan.
Şêx Serdar Yehya, qayîmqamê qezaya Berdereş, ji KDP.info re ragihand: “Seat 5ê êvarî, balafirên şer gundê Til Eswed û Hesen Şam û Menhubey li navçeya Xazir bobebaran kir û di encam de ziyanekî mezin gehiştiye DAIŞê.”
Qayîmqamê Berdereş got jî: “Niha li wî mîhwerî Hêzên Pêşmerge bi temamî di rewşa amadebaşiyê de ne û li hêviya fermanê dikin bo êrîşkirinê.”
Ji aliyekî dî ve, jêderekî agahdar her li navçeya Xazir ji KDP.info ragihand: “Di encama wê bimbebarankirina îro de, zêdetirî 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hijmarek mezin jî birîndar bûn.”




