Sûriya: Azadkirina hejmarek ji çalakvanên ser bi rêxistina (N.S.R.A.R)
Îro dadwerê leşgerî yê çarê li Dîmeşqê çalakvanên ser Navenda Sûriye bo Ragehandin û Azadiya Raderbirîn (N.S.R.A.R) ji zîndana Dîmeşqê ya navendî "Edra" azad kirin.
Di vê derbarê de parêzer Muna Asaad dayka girtî Yara Bedir di pêwendiyeka telefonê de bo ajansa (Midya News) got, "Her yek ji Yara Bedir, Henadî Zehlot, Rezan Xezawî, Sena Muhsên, Meyade El xelîl, Eyhem Xezûl, Besam El Ehmed û Ciwan Ehmed piştî pêşkêş kirina belgeyên azadkirinê her hemû serbest hatin azad kirin,"
Herweha xuya kir, "azadkirina wan bi bê gerentiya diravî hate encamdan û dê di 29 vê mehê de carek din li pêşiya dadwer beşdar bin"
Tê zanîn van girtiyan di 16 şibata bûrî de li navenda wan de ji aliyê hêzên ewledariya Asmanî yê sûriye ve hatin girtin û dawekarê giştî yê leşkerî li Dîmeşqê li gor mada 149 ji yasaya sizeyên leşkerî hatin tometbar kirin.
Sebaret bi rewşa rojnamevan Mazên Derwîş û girtiyên din yê vê navendê (Hanî Zîtanî, Mihemed Mensûr El Omerî, Ebdulrihman Hemdê û Hisên Xerîr) parêzer Mune Eseed got, "Heta niha çi zaniyarî li ser rewşa wan li cem me tune ne û di gel wê çendê ku demê yasayê bi ser girtina wan re derbas bûye lê ew bo dadgehê nehatine veguhastin"




