26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Bergiriyê Iraqê: Helwesta Herêma Kurdistanê li dijî terorê qehremanane ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Di hevdîtinekê de navbera Serok Barzanî û Se'dûn Dilêmî Wezîrê Bergiriyê Iraqê de, Dilêmî ragihand ku Herêma Kurdistan cîheke arame û nimûneyeke ji bo beşên dinê Iraqê û li hebûna her cûre tehdîdek li dijî Herêma Kurdistanê gumana xwe jî nîşanda û her wiha helwesta Herêma Kurdistanê li dijî terorê qehremanane wesif kir.

 

Êvariya roja yekşem 10.08.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Se'dûn Dilêmî Wezîrê Bergiriyê Iraqê bi wekalet û şandekî li gel kir.

Li kombûnê da ku hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî û siyasiyên Herêma Kurdistanê amade bûn rewşa emnî û hengavên rûbirûbûna terorîstan ya li bereyên şer xistin ber behs û guftûgoyan.

 

Her li vê kombûnê da her dû alî li ser ewe hevre bûn ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi karê hevbeş û palpiştiya cîhanî heye ji ber ku teror tehdîda hemû aliyek kiriye armanc û ji bo vê mebestê pêwîste hemahengiyeke tevahî li gel aliyan da hebê.

Di derbarê tehdîdên terorê ya li ser Herêma Kurdistanê jî Wezîrê Bergiriyê Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistan û Hewlêr cîheke arame û nimûneyeke ji bo beşên dinê Iraqê û li hebûna her cûre tehdîdek li dijî Herêma Kurdistanê gumana xwe jî nîşanda û her wiha helwesta Herêma Kurdistanê li dijî terorê qehremanane wesif kir.

Nûçeyên têkildar