Perwedeya giştî ya Hewlêrê xwîn ji bona Pêşmerge bexşî
Hewlêr-KDP.info- Bi mebesta piştgîrîkirina li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li çeperên berevaniyê li aza pîroz ya Kurdistanê ku niha bo parastina Herêma Kurdistanê ku li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin, rêveber û fermanberên rêveberiya giştî ya perwedeya Hewlêrê helmetekî xwîn ji bona Pêşmergeyên qaremanên Kurdistanê encamdan.
Derbarê xwînbexşîna bi kom, rêveberê giştî yê perwedeya Hewlêrê Bekir Kerîm ji KDP.info re got: “Helmeta me bo piştgîriya Pêşmergeyên qehremanin ku niha li çeperan şerdikin bi berevaniyê li axa pîroz ya Kurdistanê, ku hejmarek ji fermanber û rêveberên beşan têde behdar bin.”




