26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Navenda Mexmûrê bi temamî hat kontrolkirin.. Çekdarên DAIŞ ji tirsa reviyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku qezaya Mexûrê bi tevahiya gund û bajerokên wê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat kontrolkirin û tekez kir ku çekdarên DAIŞê niha ji ber lêdanên Pêşmergeyan direvin.

Emîd Helgurd Hikmet, Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di gongireyekî rojnamevanî de li ser rewşa şer û berevaniya Hêzên Pêşmerge axifî û got: “Li Celewela vê sobehê, çekdarên DAIŞê 4 êrîş birin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge hemû êrîşên wan şikenandin û ziyanekî mezin gehandin wan, ku di wî şerî de Pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû.”

Derbarê mîhwerê Xazir got: “Li Xazir niha jî bombebaran didome, li Rebîe û Zumarê Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û tu şerej rûnedaye. Li Şingalê jî Hêzên Pêşmerge li çiyayê Şingalê bi mîêanîzmeke nû rêjeyekî mezin ji koçberan rizgar kir.”

Herwiha derbarê şerê û pêşrewên Pêşmerge li mîhwera Giwêr û Mexmûrê jî, Emîd Helgurd Hikmet got: “DAIŞê li hewla perîna çem de ne û dixwazin çiqasî zûye derbas bikin, ji ber ku ziyanekî mezin gehiştiye wan, îro li Giwêr 24 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.Di nav wan kuştiyan de serkirdeyek jî heye bi nave Ebû Muslim Turkî, ku serkirdeyekî mezin bû.”

 

Nûçeyên têkildar