Giwêr hat rizgarkirin.. Pêşmerge di pêşrewiyê de ye

Hewlêr-KDP.info- Jêderek ji fermandeya Barzan ragihand ku berî bêhnekê wana navçeya Giwêr ji bin destê çekdarên terorîstên DAIŞê derxistin û bi temamî rizgar kirin.
Eqîd Nacî Siyamend, ji fermandeya Barzan ji KDP.info re got: “Piştî êrîşa hêzên me ya îro, bê tu ziyanên canî, Pêşmerge navçeya Giwêr xistin bin destê xwe.”
Ew berpirsê lekerî zêdetir got: “Berî bêhnekê Hêzên Pêşmerge pêşrewî kirin û çûn nav Giwêr, lê wek ew dibêje rûbirûyên tund dirust nebûn, ji ber ku çekdarên DAIŞ kêm li wêde mabûn, yên din reviya bûn.”




