Li Sediyê şer berdewame.. Balafir alîkariya Pêşmerge dikin

Hewlêr-KDP.info-Berpirê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaniqînê dibêje, balafirên şer ji sibehê ve derban li pêge û navendên çekdarên DAIŞê didin.
Şêx Cefer Mistefa, berpirsê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaniqînê ji KDP.info re got: “Li sînorê navçea Celewla û Sediye, şer berdewame û balafirên şer çekdarên DAIŞê bombebaran dikin, di demekê de ku seat 3 şev wan terorîstan êriş kirin ser pêşmege, lê pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û hîna şr berdewame.”
Şêx Cefer Mistefa got jî: “Zanyarî dan balafirên şr ku vê sibehê çekdaên DAIŞ bi belemê hatin aliyê Celewla û gundên nêzîkî Sediye daku êriş bikin.”




