26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qaçax: Pêşmerge serkeftinên mezin bi dest dixe û dê rewiş ji berê baştir bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Endamê serkirdatya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), behsa pêşhatên dawî yên şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê dike û dibêje li gor bernameya nû serkeftineke mezin ji bo Kurdistanê bi rêve ye. Herwiha tekez dike ku Pêşmerge dê heta bista dawî ji axa Kurdistanê şer bike û dê hemû vegerin ser mal û gundên xwe.

Qadir Qaçax, Endamê serkirdatya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), di daxuyaniyekê de bo KDP.info ragihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di niyên şer de li dijî çekdarên terorîst yên DAIŞê di pêşrewiyê de ne û li gor bernameya nû jî serkeftinên mezin bo Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge nêzîkin, herwiha ew koçberên ku li ser çiyayê Şingalê ne, tu metirsiyek li ser wan nemaye û xwarin û av û pêdvî gehiştîne destê wan û zêdetir ji 200 otombîlên Pêşmerge jî bi wan ve çûn.”

Qaçax got jî: “Pêşmerge bi moralekî bilind berdewame di berxwedaniyê de, bi rêjeyekî gelekî mezin ji kurên ku cihê bawerî bi nîştîman û pêşmergeyên kevnar jî bi awayekî xwebexiş tên nav rêzên Pêşmerge û ligel Pêşmerge li sengeran berevaniyê li Kurdistanê dikin, ev yek jî, ji bilî piştgîrîkirina Amarîka û civaka navdewletî jî ku piştrastin ku emê di demeke gelekî nêzîk de ser bi wan çekdaran bikevin.”

Endamê serkirdatya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), Qadir Qaçax, got jî: “Heta rizgarkirina  bista dawî ji axa Kurdistanê emê xebaê bikin û wan koçberan vegerînin ser mal û gundên wan û dê rewiş gelekî ji berê baştir bibe.”

Nûçeyên têkildar