26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ poşman bûye ku şerê Kurdan kir

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info-Parlamenerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) dibêje, kêşeyên mezin ketine navbera serkirdeyên DAIŞ, ji ber ku boşman bûne ku şer ligel Herêma Kurdistanê kirine û Pêşmerge ew bi awayekî mezin şikenandine.

Nazim Herkî, Balamanterê Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li eniyên şer şer li mîhwera Başîk, ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku balafirên şer yên Amerîka çend navçeyekî Mûsil bombebaran kirin û hijmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin, niha jî kêşe ketiye navbera serkirdeyên DAIŞ de, ku poşman bûne şer ligel Hrêma Kurdistanê kirin û rastî tirsekî mezin hatine, û Pêşmerge bi awaekî mezin li wan didin.”

Herkî got jî: “Çekdarên DAIŞê doh pira Xazir ya kevin, ji tirsa Hêzên Pêşmerge hatiye teqandin û nûçe hene ku pira nû jî bombrêj kirine daku biteqînin.

Ew parlameter zêdetir diyar kir: Êlên Ereb daxwaz dikin ku çekdarên DAIŞê nêzîkî wan bibe û kêşe ketiye navbera wan ji tirsa ku balafir wan bombebaran bikin.”

Nûçeyên têkildar