26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hilbijartina serokomariyê dest pê kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî ji bo hilbijartina serokkomarê Tirkiyê saet 08:00 dengdanê dest pê kir û saet 05:00ê êvarê bi dawî dibe. Di hilbijartinê de 52 milyon û 894 hezar û 115 dengder ji bo Çankayayê dê cara yekem biçin ser sindoqan.

12. Serokkomarê Tirkiyê, cara yekem dê bi dengên ku îro gel bide were hilbijartin. Wate serokkomar dê 5 salan erkê xwe birêve bibe û piştî 5 salan dikare bikeve hilbijartinên din de jî. 52 milyon û 894 hezar û 115 dengder, dê ji bo namzetê AKP’ê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, namzetê HDPê Selahattîn Demîrtaş û namzetê hevbeş ê CHP-MHPê Ekmeledîn İhsanoglu dengê xwe bikar bînin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina serokkomarê Tirkiyê saet 08:00 dengdanê dest pê kir û saet 05:00’ê êvarê bi dawî dibe. 

Ji bo vêna li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 165 hezar û 108 sindoq hatin danîn. Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dê 11e Tebaxê encamên destpêkê yên hilbijartinê û encamên dawî jî 15ê Tebaxê rabighîne. Eger di gera yekem de namzetek nikaribe dengên pêwist werbigire dê gera duyem di 24ê Tebaxê de were kirin. Di gera duyem de kî dengên zêde bistîne dê bibe serokkomarê nû yê Tirkiyê. Hêjayê gotinê yekem car e Kurdek dibe namzetê postê serokkomar ku ew jî Selahattin Demirtaş e.

 

Nûçeyên têkildar