Li şingal û Şelalat Pêşmerge bi tundî li DAIŞê dan.. 2 serkirdeyên wan kuştin 50 jî dîl girtin

Hewlêr-KDP.info- Ji ber bombebarankirina hewayî ji aliyê balafirên şer yên hikûmeta Iraqê û herwiha helmeta Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Şingal û Şelalat, ji bilî ku gelek ji çekdarên DAIŞê kuştine, 2 serkirdeyên wan jî kuştine û 50 jî dîl hatine girtin.
Li gor zanyariyên tilivizyona Zagros TV, piştî bombebarankirina hewayî li devera Şingalê û di encama bordûmana balafirên şer yên Iraqê, Ebûlhuda Elşîşanî ligel çekdarên terorîstên din yên DAIŞê hatine kuştin. Roja piştre li navçeya Şelalat, di encama şerê di navbera Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de Ebu Sufîan Elşîşanî û çar terorîstên din hatin kuştin û 50 jî wan hatin dîl girtin.
Zanyariyan amaje bi wê yekê dank u li xestexaneya Tob Edlî ya Mûsilê, 200 termên terorîstên DAIŞê hene û hîna nedane kes û karên wan ji bo ku li dijî wan raneperin.




