Cemal Mortke: DAIŞ hatiye şikestin û asoyekî ronahî li pêşiya Pêşmerge ye

Hewlêr-KDP.info- Pêşmerge û parlamenterê Kurdistanê, Cemal Mortke, ragihand, niha ew lidijî dijminên Kurdistanê di şer de ye û rewiş di berjewendiya Pêşmerge de ye, û dibêje, DAIŞ hatiye şikestin û hêzên Pêşmerge jî serkeftinên mezin bi dest dixin.
Cemal Mortke, Pêşmerge û parlamenterê Kurdistanê, li eniyên şer ji KDP.info re ragihand: “DAIŞ berev şikestin diçe û asoyekî ronahî li pêşiya Pêşmerge ye, ez hêvîdarim tola şehîdan bi rûtirîn dem were kirin û bo cîhanê jî biselmînin ku Kurdistan axa pîroze û hêla sore.”
Mortke dibê: “Morala Pêşmerge bilinde û şaşitiya teknîkî hebû, lê bandore wê nebû, omîdî zêdetire ku rewiş di berjewendiya Pêşmerge de bi dawî were, herwiha terroristên DAIŞê jî li piraniya mîhweran hatine şikestin û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi serkeftîne.”




