Qayimqamê Şingalê: 10 hezar kes hatine rizgar kirin

Şingal-KDP.info- Qayîmqamê qeza Şingalê dibêje rizgarkirina koçberan liser çiyayê Şingalê berdewame û heta niha jî hijmara ew kesên ku hatine rizgarkirin gehştine nêzîkî 10 hezar kesî.
Meyser Hecî Salih, Qayîmqamê qeza Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Ev çand rojin Hêzên pêşmerge gehiştine çiyayê Şingalê û berdewam in di rizgarkirina wan koçberên kub liser çiyayê Şingalê asê mane, û rê ji wan re hatiye vekirin, ku ji aliyê sînorê Sûriya wan dibin Zaxo, lê daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku hevkariya wan bikin daku koçberan bi otombîlan ji ser sînorê Sûriya bighînin Zaxo, ji ber ku niha pêwîstiya me bi otombîlan Heye, bi taybetî yên mezin.”
Qayîmqamê qeza Şingalê got jî, “hijmara koçberên ku hatine rizgarkirin heta niha gehiştiye derdora 10 hezar kesî û piroseya rizgarkirina wan berdewame.”
Hecî Salih, zelal jî kir: “Ne tenê koçberên li ser çiya, belku koçberên nav Şingal û derdora wê jî, rewşa wan gelekî xerabe.”




